Beskrivning
Pirtûka wî ya pêşîn a bi navê Çirîskên rizgarîyê di sala 1995ê de hate weşandin. Heman salê ferenga bi navê mizgîn, ferhengoka bi wêne ya zarokan derket. paşê di kovarên armanc û Nûdemê de nivîsên wî hatin weşandin.
Ji her çar rêzepirtûkên Henning Mankell ku ji bo ciwanan hatibû nivîsîn, sê heb ji teref Dehsiwar ve hatin wergerandin û di nav Weşanên nûdemê de hatin weşandin. Wî paşê romanan Kamûran Solmaz a bi navê kîraze wergerand kurdî, ew jî li amedê ji teref Weşanên Ronahî ve hate weşandin. Evîna dijwar di sala 2016ê de jî li amedê weşîya.
Rêzeromanên wî yên bi navê; Şopa xeterê, di sala 2017ê de, Çepera giran beşa duyem di sala 2019an de û Berbanga şevînê beşa sêyem di 2020an de li Stockholmê hatin weşandin.
Em romana wî ya nû bi kêfxweşî pêşkêşi xwendevanan dikin.
Recensioner
Det finns inga recensioner än.