Siyarên des, ta Anatoliyê
100 kr
ISBN 978-91-88333-21-6
Di romanê de Hec Mistefa qala dîroka gundê Celîka ya sedsalan, dîroka eşîra Celîkan, ku welatê bavûkala ji Semsûrê bi der bûne û ji Reqayê bigre, heta Efrînê, ji wir bigre heta Enteb û Sêwazê, deşta Konyayê dike . Eşîra di nava pêncî salan de li her welatekî perçeyek li duv xwe hiştiye, tê li Celîka niha, deşta Konyayê ku ji Kurda re bûye war, bi şûn dibe. Koçberiya kambax, mal ji mala, bira ji birayan dur xistiye.
Hê amûrên çandinîyê tunin. Debara eşirê piranî bi xwedîkirina pez dibe. Bi sedan keriyên pez ku herroj li seranserî deşta Konyayê belav dibin. Hinek şivan in, hinek dajo ne, kî pezbir e, kî bêrîwan e, kî şîr lê dike, kî jî xwarina şivanan hazir dike û işê malê dike.
Bi mesela Osê Birê ku li Bîra Dirêj ku ji mala Alî Begê re wek şivan e hatiye ragirtin ve qal tê ser yek ji kaçaxên herî navdar yê deştê, Heciyê Bixurcî .
Hecî Buxurcî fîrarê eskeriyê bû. Ne dixwest bi salan ji dewleta Tirka re eskeriyê bike. Bi salan bi kaçaxî jiya. Camêr û wêrek bû. Di saya wê de zû bi zû çend hevalên ku ji ber gelek sedeman kaçax in, da dora xwe. Ji xwe re li her gundekî dostan peyda dike. Ji axa û bega distîne, li heval û dostan, li xizan û belengazan belav dike.
Beskrivning
Muzaffer Özgür di sala 1964an de li gundê Celika ya Kuluya Konyayê hatiye dinyayê. Dibistana pêşîn li gund, dibistana navîn li Konyayê û lîse jî li Kuluyê xelas kiriye. Û dûre li zanîngeha Anatoliyê beşa jeolojî û madenî xwendiye. Di sala 1986-87an de li gundekî kurdên Anatoliya Navîn mamostetî kiriye, lê ji ber sedemên siyasî ji mamostetiyê hatiye avêtin.
Di nava xebatên kovara Vatan Güneşîyê de cîh girtiye û di sala 1995an de ji ber rewşa xwe ya siyasî mecbûr maye ji welêt derkeve.
Ji wê demê û vir ve li Almanyayê dijî. Ji destpêkê de di nav karûbarê kovara Bîrnebûnê de ye. Ew yek ji nivîskar û berpirsên kovara Bîrnebûnê ye.
Recensioner
Det finns inga recensioner än.