Beskrivning
ISBN: 978-91-86139-79-7
Ez li hesret û kedera Êlasî, li wê roja xatirxwestinê û li nehilanîna heyfê difikirim ku min îroj ew ccewaba nexêrê sitendiye û wî li xerîbiyê wefat kiriye. Ez li ber wê yekê dikevim û nikarim xwe bidim efûkirin ku kes li dora wî tune bûye, ew bi tena serê xwe di odeyeke Xeraca Amûdê de, ji meriv û malbata xwe dûr û bi hustuxwarî wefat kiriye.
Te îroj ez kirim mîna bazekî bazkokirî, apo… Te ez ji qidûm de xistime û ez li ser vê ranzeyê bûme mîna kevnekî, bûme mîna paç û kulavekî. Ez xwe weha bêtaqet, bêqawet û bêqudret his dikim.
(Ji siwarê şînbozê)
Recensioner
Det finns inga recensioner än.