Beskrivning
Ji pêşgotanê;
Jiyana Dayika Sakîne ji aliyê doz û mafê jinan de eynika civata kurd a feodal û pederşahî ye. Mirov dema pirtûka “Emrê dirêj bextê reş” dixwîne bi awayekî tûnd rewş û jiyana bêwijdanî, bêdadî û stembarî dibîne. Ev felsefe, helwest û tevger bi perwerde, norm, edet û çanda civata kurd a feodal û pederşahî ve girêdayî ne. Helbet ji derî vê rewşê di her civak û malbatî de kesên awerte (îstîsna) hene.
Di civakên pederşahî de, jin kole û xizmetkara nav malê ye. Mafê wê yê deng, hilbijartin û wekheviya jîyanê tuneye an jî kêm e. Di civakên wusa de bêdadî û bêwijdanî bi rê û rêbazên olî û civakî ve hatine girêdan. Jin bi şerîet, qanûnî û edetên civakî mal û milkê mêr e. Jin hem li vê dinyayê û hem jî li wê dinyayê kole û xizmetkara mêr û malê ye. Mafê mêr heye ku li vê dinyayê xwedî 4 jinan be û li wê dinyayê jî xwedî 72 horiyan be. Mêr li herdu cîhanan jî desthilatdar, tapûdar û senedar e.
Îro li Kurdistanê hîn jî, li malbatên kevneparêz (muhafazakar) exlak û edetên pederşahî, maçoyî gelek zindî û xurt in. Mirov di jiyana Dayika Sakîne de, di nav mala şêxan de edet û toreyên xurt ên pederşahî, kevneperestî û oldarî baş dibîne.
Têkoşîna Dayika Sakîne her çiqas li hember rewş û civata pederşahî berxwedêr xuya bike jî, dîsa nikaribûye bi ser bikeve. Ji vê felsefe û sîstema kevneperest a dij jinê re, ne têkoşîneke bi serê xwe, têkoşîneke bi rêxistinî, civakî û demokratîk divê. Ji bo wekheviya jin û mêr perwerdeyeke demokratîk û proseseke dûr û dirêj pêwîst e.
Ya herî girîng yek jê jî ev e ku jinek bi serê xwe çawa di nav civat û malbateke wusa kevneparêz de, ji biçûkiya xwe ve heta dawiya temenê xwe dikare sebir bike, li ber xwe bide. Sebra Dayika Sakîne ji sebra Eyûb Pêxember jî firehtir û dirêjtir e.
Dayika Sakîne jineke xwedî vîn, têrtêkoşîn û mirovhez e. Di dema şerê Şêx Seîd de malbata bavê wê ji aliyê dewletê ve hatine kuştin, sirgûnkirin û zindakirin. Di van 30-35 salên dawî de pênc zarokên wê hatibin qetilkirin jî, dîsa ew ne bi rik e û ne jî li peyî kîn û tolgirtinê ye. Ew li peyî aştî, wekhevî û demokrasiyê ye. Jineke dilovan, rahmdar û bexşîner e. Ji ber vê karakter û taybetmendiya xwe, wê di nav Dayikên Aştiyê de cî girtiye. Ew têkoşîna aştî, demokrasî, wekheviya gelan û ya jin û mêran li gel hev diparêze. Têkoşîna wê piralî ye. Hem netewî, hem civakî, hem zayendî û hem jî aborî ye. Di nav civateke feodal, malbateke pederşahî ya zilimkar de, bi mêrekî bêxem, û qumarbaz re bi salan dimîne. Ji bo mezinkirin û perwerdeya zarokên xwe şev û rojê li xwe dike yek û li mala xwe dirûnê dike. Bi keda destê xwe, bi xwêdana eniya xwe mal, zarok û mêrekî serxweş û qumarbaz xwedî dike. Jiyana xwe dike goriya zarokên xwe. Di hêlîna dilê wê de her pênc zarokên wê bûne pênc darçinarên doz û têkoşîna azadiyê.
Hêja ye ku sîyasetmedar, psîkolog û civaknas li ser jiyana Dayika Sakîne ya rasteqîn analîz û şiroveyên zanistî bikin. Rêxistinên jinan jîyana wê ji xwe re bikin mijara gotûbêj û analîzên desthilatdariya cîhana mêran.
Amed Tîgrîs
14.03.2018 Amed
Recensioner
Det finns inga recensioner än.