Beskrivning
“Samira’nın Sessiz Çığlığı” romana Erdal Kavalci ye. Erdal ji Kurdên Anatolîya navîn e, li Avisturyayê dimîne. Ev berhema edebî kitêba wî ya siftê ye. Roman bi zimanê tirkî hatîye nivisîn. Di itêbê de gelek gotinên kurdî û gotinên pêşîyan ên kurdan bi kar anîye.
Romaneke bi hestên kûr tije ye ku çîroka koçberîya bi êş û xemgînîyê vedibêje. Ev roman jîyana kurdên ku ji welatê xwe qut dibin û ber bi Anatoliya Navîn ve koç dikin, nîşan dide. Di dema vê koçberîyê de, dijwarî, windahî û şertên jiyanê yên giran re çing rû bi rû mane qal dike.
Di nav çîrokê de, Samîra wekî karektera sereke derdikeve pêş. Dengê wê yê “bêdengî” di rastiyê de qîrînek kûr e ku ji dilê wê tê. Qîrîneka ku êş, tirs, hêvî û berxwedanê wê temsîl dike. Ew hewl dide ku di nav şertên dijwar de xwe biparêze û jîyana xwe bi rê ve bibe, lê di heman demê de girêdanên xwe yên çandî û hişmendîya xwe jî biparêze.






Recensioner
Det finns inga recensioner än.