Newroz

Newroz

120 kr

Kawa, Dehak dikuje. Dema ku Dehak dimre, Kawa derdikeve ser banê qesrê û agir dadide. Xelk jî li her derê bajêr agir dadidin.

Jin jî li her derê bajêr agir dadidin. Xelk li dora agir govendê digrin. Ciwan û zarok ji çiyan dadikevin bajêr.

Ji rojan roja 21ê adarê ye. Di vê rojê de ciwan û zarokên kurd û welatê kurdan ji zordestîya Dehakê zalim rizgar dibin.

21ê adarê ji bo kurdan dibe rojeke nû, rojeke cejnê. Navê vê rojê dibe Nûroj, Newroz. Her sal di 21ê adarê de, kurd agir dadidin. Bi govend û stranan Newrozê pîroz dikin.

 

Kategorier: ,
Publisher: Apec Förlag
Product ID: 3267

Beskrivning

Rojekê Dehakê padişah nexweş dikeve. Li ser her milekî wî marek derdikeve. Dehakê padişah pir ditirse.

Gazî hemû doktoran dike. Ji her alîyê welat doktor tên ser Dehak. Doktor li mar û kulên Dehak mêze dikin. Lê nizanin ev çi mar in. Û nizanin çi derman pewîst e.

Roj bi roj êşa Dehak pirtir dibe. Dehak hemû doktoran gazî qesrê dike û dibêje: Yan hûn ê dermanekî peyda bikin, yan jî ez ê serê we jê bikim.

Doktor gelek ditirsin. Yek ji wan doktoran dibêje: Padişahê min, divê tu her roj du ciwanan bikûjî û mêjîyên wan bidî van maran, yan na mar dê serê te bixwin.

Leşker dadikevin gund û bajaran. Ciwan û zarokan digrin û dixin zîndanan. Û her roj du ciwanan dikujin.

Doktor her roj mêjîyên ciwanan didin maran. Dehak her roj leşkerên xwe dişîne gund û bajaran, deşt û çiyan ku ew ciwan û zarokên kurdan bigrin. Û herweha li welatê kurdan ciwan û zarok kêm dibin.

Li welatê kurdan hesingerek jî hebûye: Kawa. 18 zarokên Kawayê hesinger hebûn. Dehak 18 zarokên wî kuştine. Lawekî Kawa tenê sax maye.

Kawa, Dehak dikuje. Dema ku Dehak dimre, Kawa derdikeve ser banê qesrê û agir dadide. Xelk jî li her derê bajêr agir dadidin.

Qesra padişah dişewite. Zulma Dehak bidawî dibe.

Jin jî li her derê bajêr agir dadidin. Xelk li dora agir govendê digrin. Ciwan û zarok ji çiyan dadikevin bajêr.

Ji rojan roja 21ê adarê ye. Di vê rojê de ciwan û zarokên kurd û welatê kurdan ji zordestîya Dehakê zalim rizgar dibin.

21ê adarê ji bo kurdan dibe rojeke nû, rojeke cejnê. Navê vê rojê dibe Nûroj, Newroz. Her sal di 21ê adarê de, kurd agir dadidin. Bi govend û stranan Newrozê pîroz dikin.

 

Ytterligare information

Vikt 058 kg
Dimensioner 21 × 297 cm

Recensioner

Det finns inga recensioner än.

Bli först med att recensera ”Newroz”

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *


Fax: info@apecpublishing.com
Mjölnarstigen 1 163 41 Spånga, Sweden