Dereweke piçûk

omslag2
omslag2

Dereweke piçûk

100.00 kr

Dereweke piçûk

 

D. hinekî bi hêrs got: 

– Nabe, tiştekî welê, li darê dunyayê nabe; ne bi min dikeve û ne jî ez dikarim bêjim. 

Paşê ji metbexê derket, hat li salonê li ser dîwançê xwe ramedand, televizyon vêxist, lê temaşe kir. 

Lê jinikê ew bi tenê nehişt, wê jî da dû, hat li salonê, li tenişta wî cih girt. Berê xwe dayê û dest bi axaftinê kir: 

– Qe jî tiştek nabe, gelekî hêsan e. Tu ê bi tenê derewekê piçûk bikî! Yeke wusan ku zerara wê li tu kesî nabe. Lewra fêda wê ê li me bibe. Aha meheke din daweta birayê min e, ma ez dê destvala bi ser de biçim? Ev serê heftiyekê ye ku apê te li nexweşxanê ye û alîkarî ji te xwestiye. Tu welatê me baş nas dikî, ger ku tu perên wan nedî, yekî li nexweşxaneyan rehîn digrin. Heta dest û lingên wan bi qeryoleyên wan ve girê didin, ta ku pereyên tedawîya xwe digrin. Tu çîroka gundîyê me, Biroyê Çiyayî dizanî, feqîro mehekê li nexweşxanê rehîn mabû, ta ku gundîyan di nav xwe de pereyên tedawîya wî top kirin û ew ji nexweşxanê derxistin. Piştî wê heftiyek di ser re derbas nebû, rebeno ji kerban mir. Ma tu pereyên me î hilandî hene? Na… 

Categories: , Tags: ,
Author: M. Alî K
Publisher: Apec Förlag
Product ID: 3226

Product Description

»Hay hay Memo, Mem ebasî ebasî 

Jaro dilo Memo, Mem ebasî ebasî 

Hay hay Memo, Memo tankî kirasî 

Day kore bî nenasî» 

(ji straneke gelêrî) 

Ev çend şev bûn ku odeya Simkoyê Çelebî ji gundîyan tijî dibû, rê û rêwanî tê de nedima. Her çi xort bûn, li ber derî, li nav pêlavan, çogên xwe berdidan erdê, rûdiniştin û guh didan şevhêrkê. Axêverê şevbuhêrkê jî her yek, bi tenê, Şêrkoyê Hebizbinî bû. 

Çend roj berê, ber bi esirê ve, yekî ne qut û ne dirêj, li serî fotêrek, bi bedlekî turincî û bi ser de jî qapûtekî qehweyî lê, şiveke hezîranî jî di dest de, li gund peyda bûbû. Ji xortekî pirsa mala Simkoyê Çelebî kiribû? Bêvila wî ya tûj, diranên wî ên qîç û simbêlên wî ên ziravik (ne qeytanî), canbazekî ajalan, dihanî bîra mirov, lê yê xort, di derbarê ziyareta wî de, tu pirs jê nekiribûn û ew rast biribû mala Simkoyê Çelebî. Heta ku gihiştibûn ber derîyê mala Simkoyê Çelebî, dêmê ê xort her bi bişirîn bû, sedema wê jî bilêvkirina navê Simkoyê Çelebî bû. Lewre, li gund, tu kesî navê Simko, bi yê bavê wî re hilnedida; jê re, Simkoyê keleş an jî dizek digotin, (xwedê wî bike ber efûya xwe, digotin, mirovekî qewî tevlîhev û rêbir bû), lê yê xort tu şik li xwe çênekiribûn û li hember mêvanekî mirov çawan divabû bi kubarî tev bigerîya, wusan kiribû, ew anîbû ber derîyê mala Simko. Ihi, eva axêverê van çend şevhêrkên mala Simko, Şêrkoyê Hebizbinî bi xwe bû. 

Additional Information

Weight 1 kg

Reviews

There are no reviews yet.

Be the first to review “Dereweke piçûk”

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Email: info@apecpublishing.com
Mjölnarstigen 1 163 41 Spånga, Sweden