Beskrivning
Ev kitêp de ji 160 qewl, qesîde, beyt,şehda, dua û dirozgehên êzdiyan hene. Heta niha cara pêşî ye ku qewl û duayên êzdiyan di berhemeke weha de hatine tomarkirin.
Mirov dikare bêje ku ev xebata han ansîklopediyeka kurdên êzdî ye.
Ola êzdîyan oleke bê pirtûk e, hemû rê û rêbaz û îbadet, qewl, beyt, qesîde, dirozge, duayên[1] wan bi devkî ne. Êzdayetî bi hezar salan e ku bi van berhemên devkî jiyaye û dijî. Ev berhemên devkî yên pîroz, hîm û stûnên bingehîn ên ol û çanda êzdîyan in. Hemû hizir, raman û zanînên olî, felsefî, dîrokî, civaknasî, çandî û taybetiyên ola êzdî di van berheman de raspartî (mewcûd) û veşartî ne. Tê gotin ku di dema xwe de bi qasî hezar û dused (1200) qewl, beyt, qesîde û duayên êzdîyan hebûne.[2] Ev hejmar bi tenê ne yên olî, herweha ên wêjeyî jî bi wan re hatine jimartin. Mirov dikare berhemên civaka êzdîyan bi giştî bike du beş; ya olî û ya wêjeyî. Di beşa çand û wêje de jî berhemên wekê lawij, payizok, xizêmok, robarî, xerîbî, destan û yd hene. Ji ber ku mijara me bi giranî olî ye, em ê bi tenê li ser berhemên beşa olî rawestin.
[1] Dua: dia, duwa, die
[2] Di vê mijara berhemên olî de nav û rengdêr gelek in. Di têgeh û termînîlojiyê de standardî nîne. Ji ber vê hindê mirov rastî navên cuda tê û halbû ku piraniya wan weke hevwate (sînonîm) hatine bikaranîn. Weke navên beyt, qewl, , dirozge, silavge, şehda û qesîde û yd.
Recensioner
Det finns inga recensioner än.