Mala Zalê û Teyrê Sîmir

Mala Zalê û Teyrê Sîmir

Author: Amed Tigris

150 kr

Amed Tîgrîs

ISBN: 978-91-88333-78-0

Nivîskarê Mala Zalê û Teyrê sîmir, li nav bexçê ol, evîn, adet û folklora kurdan derketîye seyranê. Diyaloga bi Zerdeşt re, alîkarîya me dike ku em ola wî binasin. Ji derhêneran re materîaleke film û tiyatro pêşkêş dike. Vê pirtûkê, hestên evînî yên ji kurahîya dilên kurdan carek din fûrand…

Amed Tîgrîs di nav sînorên mîtolojî, dîrok, çand û wêjeyê, di navbêna bûyer û fantazîyê de diçe û tê.  Hespê wî lê germ bûye.

 

Beskrivning

“Mîtolojî her çiqas ji rastîyê dûr be, berhemên afirandî, fantazî û fîşalî bin jî, di mîtolojîyê de tozek rastî heye. Li ser bingehên bîr û bawerîyên olî yên kevnare hatine avakirin. Di mîtolojîyê de, dîrok, coğrafya, ziman, çand, tore, hest, reng û wêneyên gelêrî hene. Mirov dikare bêje mîtolojî şop û sîtava gelan a bi hezar salan e.”

“Li gorî mîtolojîya îranî, Mala Zalê 700-600 sal berî zayînî mîrê herêma Zabîlistanê bûne. Zabîlistan, dikeve navbera rojhilatê Îran, başûrê rojavayê Afganistan û bakurê Belucistanê. Zabîlistan ji bajarên Zabîl, Sîstan û Nîmrozê pêk tên. Herêm carnan bi navê Zabîlistan û carnan jî bi navê Sîstan hatîye nasandin. Paytexta Mala Zalê, bajarê Zabîl bûye. Zabîl li perava çemê Helmendê hatîye avakirin.”

”… Saw û xof û kelecanekî giran ket nav artêşa Tûran û Îranê. Bû kupekup û gurmegurma dilê pelewan û leşkeran, bêhn li wan çikîya, çavên wan beloq bûn û li benda şerê herdu pelewanan man. Ji derî Hecîr, Human û Barman kes nizanibû şerê Mala Zalê ye, şerê bav û law bû. Hespê Ristem bavê hespê Sohrab bû. Şerê du bav û du lawan bû. Şerê roja giran û şerê nenasan bû. Plan û dafikên Efrasîyab û Key Kawus bûn. …”

Ytterligare information

Vikt 0.45 kg
Dimensioner 14.8 × 21 cm

Recensioner

Det finns inga recensioner än.

Bli först med att recensera ”Mala Zalê û Teyrê Sîmir”

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *


Fax: info@apecpublishing.com
Mjölnarstigen 1 163 41 Spånga, Sweden