Beskrivning
Amed Tîgrîs & Rojîn Zarg
ISBN:978-91-88333-28-5
Ev pirtûk ji du beşan pêk te:
Di beşa yekem de gund û bajarên êzdiyên Şengalê, Bakur, Rojava, Serhed, Sovyeta Kevn û Ewropê, eşîr û bavikên êzdiyan cî digirin. Jiyan û hatina Şêx Adî ya Lalişê, damezrandina terîqeta Adawî, felsefe û ola wî, Melekê Tawis, xelîfe, Mishefa Reş, Cîlwe, kast û çîn, dua, qewl, qedexe, perestgeh, rîtuel û pîrozbahiyên ola êzdî yek bi yek hatine destnîşankirin. Hevkokî û hevbeşiyên êzdayetî û yezdanîtî, zerdeştî, yaresantî, nûsayirtî, elewîtî, durzîtî, mîtrayetî û îslamtiyê hatine peytandin. Ji sala 637a heta êrîşa DAÎŞê ya sala 2014, 97 fermanên ku li serê êzdiyan hatine rakirin bi awayekî kronolojik hatine nivîsandin.
Di beşa yekem de gund û bajarên êzdiyên Şengalê, Bakur, Rojava, Serhed, Sovyeta Kevn û Ewropê, eşîr û bavikên êzdiyan cî digirin. Jiyan û hatina Şêx Adî ya Lalişê, damezrandina terîqeta Adawî, felsefe û ola wî, Melekê Tawis, xelîfe, Mishefa Reş, Cîlwe, kast û çîn, dua, qewl, qedexe, perestgeh, rîtuel û pîrozbahiyên ola êzdî yek bi yek hatine destnîşankirin. Hevkokî û hevbeşiyên êzdayetî û yezdanîtî, zerdeştî, yaresantî, nûsayirtî, elewîtî, durzîtî, mîtrayetî û îslamtiyê hatine peytandin. Ji sala 637a heta êrîşa DAÎŞê ya sala 2014, 97 fermanên ku li serê êzdiyan hatine rakirin bi awayekî kronolojik hatine nivîsandin.i beşa duyem de komkujî û barbariya DAîŞê ya li ser Şengalê, kuştina êzdiyan a komî, îşkence, lêdan û kavilkirina gund û bajaran, rev û koça wan a mezin, bi sedan jin û keçên êzdî yên ku dîl ketibûn destê DAÎŞiyan û biribûn li bazarên jinfirotinê firotibûn, ew serpêhatiyên xwe vedibêjin. Li ser vê karesat û wahşeta DAÎŞiyan bi 30 malbatên êzdiyên ku ji ber êrîşa DAÎŞİyan revîne û li wargehên Başûr û Bakurê Kurdistanê diman re hevpeyvîn hatine kirin. Di nav wan de jinên ku dîlketibûn destê DAÎŞiyan û hatinbûn firotin jî hene.
Recensioner
Det finns inga recensioner än.