Beskrivning
Kurdistan, welatekî berfireh, pir çiyayên asê, daristan û rûbarên mezin e. Ev siruşta ciwan û xemlandî, ji aîyekê ve, bihayekê torîstî dide gelê kurd û aborîya wî baş dike û ji alîyekê din ve jî, jîyaneke sext û dijwar ji bo wî peyda dike. Êdî ev çende bû sedemê hindê ku rê û bazeberên têkeliyan, di nav xelkê me de, pir kêm bin û hatin û çûn jî, li zivistanên qerisî û dijwar, kêm yan her nebin… Belê; êdî çiyayekê asê û rûbarekê mezin, di navbera du gundan de, dibû sedemê hindê ku her gundekê, taybetmendiyên xwe hebin û bi dirêjîya salan, devokên biçûk peyda bûn û paşan, bûne zaravên cuda.
Dîsan ji ber ku dijminan jî, welat dagîr kir û nehêla pêş bikeve. Rêyên bajarvanîyê li ber girtin û perda nezanînê bi ser de berda, êdî hêdî-hêdî, ew devok jî, mezin bûn û heta gehaye wê qonaxê, ku hevdu bi dirustî fam nekin. Ji ber ku dagîrkerên welatî, her yekê kulturek cuda heye û alfabeyek cuda bi kar tîne, êdî giriftarî mezintir bû û niha, kurdên pişka Turkîyeyê, nikarin bi dirustî di berhem û efrandinên kurdên pişka Îraq û Îranê bigehin. Hingî jî, valatîyek çê dibe û edebyat û dîroka gelê kurd lawaz dibe û nikare qonaxên bajêrvanîyê bibire… Ji ber vê giriftarîya mezin û li gor daxwazên xelkê me, min pirojê wergerandin, danasîn û şirovekirina edebîyata ku bi zaraveyê kurmancîya jêrî, xiste ser milên xwe û berhemên hejmareke helbestvanan, berhev kir û ez wan didanime ber destên xwendevanên bi rûmet. Carnan ev xebat ne bi dilê hin kesan bû û digotin ku, zimanê edebî, bi tinê kurmancîya jêrî ye û nabe helbest, bêne veguhaztin bo kurmancîya jorî!. Lê ji alîyê din ve jî, piranîya wan helbestvanan, bi dilxweşî ev kar disengandin û pesnê wî jî didan û digotin ku, kurmancîya jorî, zaraveyekî mezin û dewlemendê kurdî ye û divê em xwe nêzîkî hevdu bikîn û ji bo peydakirina zimanekê êkgirtî, hewl bidîn. Xebateka ji vî rengî, Hejarê Mukiryanî jî, kiriye û Mem û Zîn veguhaztîye kurmancîya jêrî û ew şakarê Ehmedê Xanî, bi rêyek hêsantir xistiye ber destên xwendevanan…
Min navê pirtûkê kire (Çend stêrên geş…) çinku ez dizanim ku bi sedan helbestvanên ku bi kurmancîya jêrî dinivîsin hene, lê mixabin berhemên tevan negehiştine destên min. Min pişkeka berhemên helbestvanan veguhaztîne kurmancîya jorî û pişkeka din jî, her bi kurmancîya jêrî mane. Xwendevan jî, wê hewl bide di wan berheman bigehe û mifayî jê bibîne… Bi vê xebatê, min viyaye pirekê di navbera herdu zaraveyan de, dirust bikim, xizmeta edebîyata kurdî bikim û helbestvanên kurd, ji tevaya Kurdistanê, bi hevdu bidime nasîn…
Xelî Duhokî
Nivîskar Xelîl Duhokî ji gelek şaîrên zaravayê soranî helbest transkrîbeyê latînî kirîye, bi analîz û şiroveyên xwe li hunera şaîran hûr bûye.
Ji ber transkrîbeyên ji alfabeya erebî, gotinên kurmanciya behdînî û zaravayê soranî me nexwest em destkariyê di zimanê vê kitêbê de bikin. Û me zimanê nivîskêr jî weke xwe hiştiye.
Weşanên Apecê
Recensioner
Det finns inga recensioner än.