Berbanga şevînê

Berbanga şevînê

200 kr

Romana nû ya Dehsiwar, Berbanga şevînê, sêyemîn a rêzeromanê ye. Romaneka  dîrokî ye li ser tevlihevîyên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê ku piştî derbeya leşkerî ya sala 1980î rûdane. Nivîskar xebatek hêja ya bi lêkolînek berfireh li ser  bûyerên wê demê kirîye. Ew bûyeran bi hev ve girêdide û rêzenivîsek ji bûyera rastîn romanek hûnaye. Mijarên sereke kiryarên rêbazên hovane ku jitemê li dijberî muhalefetê  û siyasetmedarên kurd pêkanîne.

Şopa xeterê, romana pêşîn a rêzeromanê di sala 2017an,  Çepera giran beşa duyem a vê rêzeromanê di sala 2019an de li Stockholmê hatibûn weşandin.

Beskrivning

Trajediyên di salên 1980-2000an de gelek in û ji gel re baş nehatine vegotin. Di van deman de bi mîlyonan kurd bi darê zorê hatine koçberkirin, bi sed hezaran kes hatine zîndankirin, bi dehan hezar kes hatine qetilkirin.  Zarokên ku bê dê û bav mayîn neçar bûn biçin bajarên mezin, ji bo debara xwe bikin an jî biçin çiyan da ku beşdarî şerê li dijî zilmê bibin an jî bûne qurbanîyên komên sûcdar. Jinên ku bê mêr û bê zarok man, bûn qurbanên herî mezin ên civakê.Vê serdema nehevparêzî ku bi mîlyonan însan tuşî şîdet û dijwarîyên  hovane bûn meriv nikare  di romanekê de an di çend pirtûkan de vebêje û ne jî fîlim dikarin rave bikin ka çi bûye. Dehsiwar hewl daye ku tenê beşeke piçûk a van pirsgirêkan di romana xwe diyar bike. Da beşek piçûk a ku dihêle hûn bibînin ka tişt û bûyer ji hêla siyasetmedar û kesên di desthilatê de çawa têne çewisandin, ka çend kes ji hêla polîs û leşkerî ve hatine kuştin tenê ji ber ku ew xwedî zimanekî cûda ne û dixwestin azad bijîn.Ev roman awirek e ji bûyeran ku li Tirkiyeyê diqewime.

Mehmed Dehsiwar di sala 1959ê de li Êlihê çavên xwe ji dinyayê re vekirîye û ta salên 1980ê jî li wir jîyaye. Piştî cûntaya leşkerî derketîye derveyî welêt û li Swêdê bi cî bûye. Wî li vir li Unîversîteya Stockholmê beşa înstîtuya sîyasetzanîyê û pêwendîyên navneteweyî xwendîye.

Niha li daîreyeke wezareta kulturî ya Swêdê kar dike.

Ytterligare information

Vikt 1 kg
Dimensioner 13 × 3 × 21 cm

Recensioner

Det finns inga recensioner än.

Bli först med att recensera ”Berbanga şevînê”

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *


Fax: info@apecpublishing.com
Mjölnarstigen 1 163 41 Spånga, Sweden