Beskrivning
Tema Peyvên me hêşînayî û heywan in. Armanca bingehîn a vê pirtûkê, hînkirina peyvên li ser hêşînayî û heywanan û tiştên li derûdorê wan e. Di wê da him nivîsên fakta û him jî yên çandî wek çîrok û helbest di nav hev da cî girtine.
Di hînkirina zimanê kurmancî de, ev xebat dikare sûd û alîkariyeke baş bide mamosteyên zimanê kurdî û herwisa dê û bavên kurmancîaxêv.
Peyvên me– Hêşînayî û Heywan’’ ya ku cara pêşîn di sala 1994an da, di nav Weşanên Roja Nû da derketibû, ji alîyê Weşanxana APECê ji nûve hat çapkirin. Çapa nû seranser rengîn e û bi gelek wêneyên ciwan yên hunermenda grafîkê a kurd Ruken Resulpor ve hatiye xemilandin.
180:-
inkl porto
Recensioner
Det finns inga recensioner än.