Jujî

Jujî

120 kr

Nivîs: Seywan Saedian

Nîgar: Runak Resulpur

ISBN: 978-91-88333-82-7

Jujî çîrokeke ji bo zarokên 5 û 10 sale ye. Li ser Daykemişkeke xembar û bêçare ye ku her cara çêlik jê re çêdibin, mar û kundek tê û wan dibe. Daykemişk bi vê êş û xemê ye heta ku rojekê Gwênî pêşniyazekê li wê dike. Pêşniyaz jî ew e ku Daykemişk ji dirikên wê ji xwe û ji çêlikên xwe re qazaxan çêbike. Û Daykemişk wusa dike: ji dirikên Gwênîyê ji xwe û çêlikên xwe re qazaxan çêdike û êdî ne mar û ne jî kund dikane hêrişî wan bikin. Daykemişk û çêlikên xwe bi hev re li mala xwe ya binê dirikê bi bextiyarî dijîn.

Bi evê çîroka Jujî nivîskar wateya alîkarî û qenciyê derdixe pêş ku zarok bibînin.

Kategori: Etiketter: , , , , , ,
Publisher: Apec Förlag
Product ID: 3303

Beskrivning

Jujî çîrokeke ji bo zarokên 5 û 10 sale ye. Li ser Daykemişkeke xembar û bêçare ye ku her cara çêlik jê re çêdibin, mar û kundek tê û wan dibe. Daykemişk bi vê êş û xemê ye heta ku rojekê Gwênî pêşniyazekê li wê dike. Pêşniyaz jî ew e ku Daykemişk ji dirikên wê ji xwe û ji çêlikên xwe re qazaxan çêbike. Û Daykemişk wusa dike: ji dirikên Gwênîyê ji xwe û çêlikên xwe re qazaxan çêdike û êdî ne mar û ne jî kund dikane hêrişî wan bikin. Daykemişk û çêlikên xwe bi hev re li mala xwe ya binê dirikê bi bextiyarî dijîn.

Bi evê çîroka Jujî nivîskar wateya alîkarî û qenciyê derdixe pêş ku zarok bibînin.

SEYWAN SAEDIAN

Ji rojhilatê Kurdistanê ye. Piştî penaberiya li çar welatan û anuha li Swêdê dijî. Seywan Saedian hunermendekî piralî ye: hunermendê şêwekarîyê, peykertraşê dar û kevnehesinan, şaîr û nivîskarê pirtûkên zarokan e. Pirtûka Jujî yek ji van pirtûkan e. Lê bêtir peykersaziya wî bala meriv dikêşe ku çawa ji kevnehesinan peykerên balkêş û bedew saz dike. Peykerên wî li gelek bajarên cuda cuda hene: Şengal, Hewlêr, Bonn çendek ji van bajaran e. Ji evê hunera wî ya balkêş peykerekî bi 3metreyî bilind li ser daxwaza kommuna Gävleyê hatiye çêkirin û îsal di meha payîza pêşîn de ew ê li bajarê Gävleyê vebe.

RUNAK RESULPUR
Ji rojhilatê Kurdistanê ye û ev jî piştî penaberiya li çar welatan anuha li Swêdê dijî. Li Îranê di unîverstêyê de hunera keramîkî û desenên grafîkî xwendiye û ev nêzî 20 salan e ku li ser vê hunera xwe kar dike. Ji bilî vêya îro bêtir giraniya xwe daye ser wênesaziya anîmasiyon û pirtûkên zarokan.

Ytterligare information

Vikt 0.32 kg
Dimensioner 22.5 × 22.5 × 22.5 cm

Recensioner

Det finns inga recensioner än.

Bli först med att recensera ”Jujî”

Din e-postadress kommer inte publiceras. Obligatoriska fält är märkta *


Fax: info@apecpublishing.com
Mjölnarstigen 1 163 41 Spånga, Sweden