Şopa xeterê

Sopa xeterê_MD_omslag

Şopa xeterê

120.00 kr

Polîs li her quncikê malê gerîyabûn, lê tiştekî ku jê feyde bibînin peyda nekiribûn. Berpirsîyarê polîsan ji vê rewşê pir aciz bûbû. Dema polîsên hevalên wî destvala hatibûn cem wî, ew hê bêtir hêrs bûbû.
“Ev tu çawa şoreşger î?” wî bi hêrs gotibû. “Ne sîleheke te heye û ne jî pirtûk û weşanên qedexe hene! Ma em ê te destvala bibin?”
Merdan devliken lê nihêrîbû û histûyê xwe bi hêla rastê ve xwar kiribû.
“Ma şert e ku her şoreşger xwedî çek û weşan be?” wî paşê gotibû.
“Lê nexwe hûn doza çi dikin? Bêçek û weşan hûn ê çawa şoreşê bikin?” dîsa polîs bi hêrs gotibû û ferman dabû yê herî nêz.
“Ka zû li ser wî bigerin, dibe ku tiştekî xêrê li ser derkeve.”
… Polîs bi lez li ser Merdan gerîyabû, lê ji bilî cizdanê ku tê de hinek pere, nasname û çend kaxezên ji polîs re bêkêr, tiştekî din nedîtibû. Ji berîkên cakêtê wî neynokbirek, tizbîyeke ji kevirê Erzeromê û çaqmaqek derketibû. Polîs ew danîbûn ber amirê xwe. Amir hê bêtir hêrs bûbû.
”Hemû tiştên ku li ser derketin ev in? Me jî digot bi rastî jî ew çi şoreşgerekî mezin e! Hey mala felekê xerab bibe. Hûn ê bi vî awayî dewletê hilweşînin!”
Paşê rahîştibû neynokbirê û bi dîqet lê nihêrîbû. Bi neynokbirê re kêrikeke piçûk jî hebû û di orta herdu alîyên wê de veşartî bû.
“Aha!” amirê polîsan gotibû. “Me sîlehek pê re zeft kir. Vê têxin zebtan, ji tuneyî çêtir e.”
“Sîleh?” Merdan heyirîmayî pirsîbû. “Ji kengê ve neynokbir bûye sîleh?”
“Pê ve kêrek jî heye, ma tu nabînî?”

Category: Tag: Product ID: 3062

Product Description

ISBN 978-91-88333-17-9

Mehmed Dehsiwar di sala 1959ê de li Êlihê çavên xwe ji dinyayê re vekirîye û ta salên 1980ê jî li wir jîyaye. Piştî cûntaya
leşkerî derketîye derveyî welêt û li Swêdê bi cî bûye. Wî li vir li Unîversîteya Stockholmê beşa înstîtuya sîyasetzanîyê û
pêwendîyên navneteweyî xwendîye.
Niha li daîreyeke wezareta kulturî ya Swêdê kar dike.
Pirtûka wî ya pêşîn a bi navê Çirîskên rizgarîyê di sala 1995ê de hate weşandin. Heman salê ferhenga bi navê Mizgîn, ferhengoka
bi wêna ya zaroken derket. Paşê di kovarên Armanc û Nûdemê de nivîsên wî hatin weşandin. Ji her çar rêzepirtûkên
Henning Mankell ku ji bo ciwanan hatibû nivîsîn, sê heb ji teref Dehsiwar ve hatin wergerandin û di nav Weşanên Nûdemê de hatin weşandin. Wî paşê romana Kamûran Solmaz
a bi navê Kîraze wergerand kurdî, ew jî li Amedê ji teref Weşanên Ronahî ve hate weşandin.
Di 2015an de romana wî ya bi navê Evîna dijwar di nav weşanên Apecê de hem li Stockholmê û hem jî li Amedê hat weşandin.

Additional Information

Weight 450 kg

Reviews

There are no reviews yet.

Be the first to review “Şopa xeterê”

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Email: info@apecpublishing.com
Mjölnarstigen 1 163 41 Spånga, Sweden