[sha nagba imuru] Yê ku kûrahî dît

GILA OMSLAG

[sha nagba imuru] Yê ku kûrahî dît

80.00 kr

KEY GILGAMÊŞ

Hemû çîrok û rîwayetên di derbarê Gilgamêş de mîtolojîk an jî bi rengên mîtolojîyê ne. Lê hin delîlên pêbawer jî hene îspat dike ku Gilgamêş şexsekî dîrokî ye. Ya herî girîng jî secera keyên Sumerî ye. Li gorî vê secerê, li bajardewleta Uruk û ji nijadê pêşî, Gilgamêş keyê pêncemîn e. Ev tê wê manê ku Gilgamêş di nawbêna salên 2700-2800 bz. de jiyaye. Efsane dibeje ku Gilgamêş zarokekî ji dêyeke Xwedawend Nînsun û bavekî însanî Lugalbanda bû. Lugalbanda bi du keyan berya Gilgamêş e. Çîroka bavê Gilgamêş bi babetekî din jî tê vegotin: bavê Gilgamêş ”lillu” (bi du maneyan e -ango cin, neins- an jî dîn, kesekî şêt) bû.

Ne dîyar e ku çend zarokên Gilgamêş çêbûne. Lê bi esehî, lawekî ku derbasî şûna wî bûye diyar e, Ur-Nungal. Wî li Uruk sîh salî keyetî kiriye. Keyetîya Gilgamêş 26 salan li Uruk dom kiriye.

Product Description

(…) 

Lawê Lugalbanda û Şahbanû Ninsunê bû.

Gilgamêş, pehlîwanekî bêhempa, qerasê zilaman bû.

Wî, rê û rêbarên çîyê ji nû de vekirin,

di qontarên çiyayan de bîr kolan, deryayên mezin qevaztin, di ser okyanûsan re derbas bû, heta ku gihişt devera ku ro lê dihilat.

Dawîya dunyayê li hev da, li pey jiyaneke abadin gerîya ta ku gihişt dûrayê, Utnapiştimê. 

Wî perestgehên ku ji Tofanê xirab bûbûn, ji nû de ava kirin û sazûmana dunyayê ji nû de sererast kir.

Tu keyekî din ku ji nav mirovan derkeve pêş û biwêribe bibê “ez keyekî mîna Gilgamêş im!” û xwe bi wî qiyas bike, tuneye. 

(Ji Destanê)

Additional Information

Weight 1 kg

Reviews

There are no reviews yet.

Be the first to review “[sha nagba imuru] Yê ku kûrahî dît”

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Email: info@apecpublishing.com
Mjölnarstigen 1 163 41 Spånga, Sweden