Serpêhatîyên Dayîka Sakîne EMRÊ DİRÊJ BEXTÊ REŞ

Berga Dayîka Sakîne
Berga Dayîka Sakîne

Serpêhatîyên Dayîka Sakîne EMRÊ DİRÊJ BEXTÊ REŞ

120.00 kr

Rojîn Zarg

Çapa yekem: Stockholm-2018
Weşanxane: Apec
ISBN: 978‐91‐88333‐26‐1

Jiyana Dayika Sakîne ji aliyê doz û mafê jinan de eynika civata kurd a feodal û pederşahî ye. Mirov dema pirtûka “Emrê dirêj bextê reş” dixwîne bi awayekî tûnd rewş û jiyana bêwijdanî, bêdadî û stembarî dibîne.

Dayika Sakîne jineke xwedî vîn, têrtêkoşîn û mirovhez e. Di dema şerê Şêx Seîd de malbata bavê  wê ji aliyê dewletê ve hatine kuştin, sirgûnkirin û zindakirin. Di van 30-35 salên dawî de pênc zarokên wê hatibin qetilkirin jî, dîsa ew ne bi rik e û ne jî li peyî kîn û tolgirtinê ye. Ew li peyî aştî, wekhevî û demokrasiyê ye. Jineke dilovan, rahmdar û bexşîner e. Ji ber vê karakter û taybetmendiya xwe, wê di nav Dayikên Aştiyê de cî girtiye. Ew têkoşîna aştî, demokrasî, wekheviya gelan û ya jin û mêran li gel hev diparêze.

Product Description

Ji pêşgotanê;
Jiyana Dayika Sakîne ji aliyê doz û mafê jinan de eynika civata kurd a feodal û pederşahî ye. Mirov dema pirtûka “Emrê dirêj bextê reş” dixwîne bi awayekî tûnd rewş û jiyana bêwijdanî, bêdadî û stembarî dibîne. Ev felsefe, helwest û tevger bi perwerde, norm, edet û çanda civata kurd a feodal û pederşahî ve girêdayî ne. Helbet ji derî vê rewşê di her civak û malbatî de kesên awerte (îstîsna) hene.
Di civakên pederşahî de, jin kole û xizmetkara nav malê ye. Mafê wê yê deng, hilbijartin û wekheviya jîyanê tuneye an jî kêm e. Di civakên wusa de bêdadî û bêwijdanî bi rê û rêbazên olî û civakî ve hatine girêdan. Jin bi şerîet, qanûnî û edetên civakî mal û milkê mêr e. Jin hem li vê dinyayê û hem jî li wê dinyayê kole û xizmetkara mêr û malê ye. Mafê mêr heye ku li vê dinyayê xwedî 4 jinan be û li wê dinyayê jî xwedî 72 horiyan be. Mêr li herdu cîhanan jî desthilatdar, tapûdar û senedar e.
Îro li Kurdistanê hîn jî, li malbatên kevneparêz (muhafazakar) exlak û edetên pederşahî, maçoyî gelek zindî û xurt in. Mirov di jiyana Dayika Sakîne de, di nav mala şêxan de edet û toreyên xurt ên pederşahî, kevneperestî û oldarî baş dibîne.
Têkoşîna Dayika Sakîne her çiqas li hember rewş û civata pederşahî berxwedêr xuya bike jî, dîsa nikaribûye bi ser bikeve. Ji vê felsefe û sîstema kevneperest a dij jinê re, ne têkoşîneke bi serê xwe, têkoşîneke bi rêxistinî, civakî û demokratîk divê. Ji bo wekheviya jin û mêr perwerdeyeke demokratîk û proseseke dûr û dirêj pêwîst e.
Ya herî girîng yek jê jî ev e ku jinek bi serê xwe çawa di nav civat û malbateke wusa kevneparêz de, ji biçûkiya xwe ve heta dawiya temenê xwe dikare sebir bike, li ber xwe bide. Sebra Dayika Sakîne ji sebra Eyûb Pêxember jî firehtir û dirêjtir e.
Dayika Sakîne jineke xwedî vîn, têrtêkoşîn û mirovhez e. Di dema şerê Şêx Seîd de malbata bavê wê ji aliyê dewletê ve hatine kuştin, sirgûnkirin û zindakirin. Di van 30-35 salên dawî de pênc zarokên wê hatibin qetilkirin jî, dîsa ew ne bi rik e û ne jî li peyî kîn û tolgirtinê ye. Ew li peyî aştî, wekhevî û demokrasiyê ye. Jineke dilovan, rahmdar û bexşîner e. Ji ber vê karakter û taybetmendiya xwe, wê di nav Dayikên Aştiyê de cî girtiye. Ew têkoşîna aştî, demokrasî, wekheviya gelan û ya jin û mêran li gel hev diparêze. Têkoşîna wê piralî ye. Hem netewî, hem civakî, hem zayendî û hem jî aborî ye. Di nav civateke feodal, malbateke pederşahî ya zilimkar de, bi mêrekî bêxem, û qumarbaz re bi salan dimîne. Ji bo mezinkirin û perwerdeya zarokên xwe şev û rojê li xwe dike yek û li mala xwe dirûnê dike. Bi keda destê xwe, bi xwêdana eniya xwe mal, zarok û mêrekî serxweş û qumarbaz xwedî dike. Jiyana xwe dike goriya zarokên xwe. Di hêlîna dilê wê de her pênc zarokên wê bûne pênc darçinarên doz û têkoşîna azadiyê.
Hêja ye ku sîyasetmedar, psîkolog û civaknas li ser jiyana Dayika Sakîne ya rasteqîn analîz û şiroveyên zanistî bikin. Rêxistinên jinan jîyana wê ji xwe re bikin mijara gotûbêj û analîzên desthilatdariya cîhana mêran.

Amed Tîgrîs
14.03.2018 Amed

Reviews

There are no reviews yet.

Be the first to review “Serpêhatîyên Dayîka Sakîne EMRÊ DİRÊJ BEXTÊ REŞ”

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Email: info@apecpublishing.com
Mjölnarstigen 1 163 41 Spånga, Sweden