Bîrnebûn

Berg_71
Berg_71

Bîrnebûn

50.00 kr

Utanför olika delar av kärnlandet Kurdistan finns det idag många kurdiska enklaver även i  västra delar av Turkiet i synnerhet i centrala Anatolien, särskild byar kring städerna Konya, Ankara, Kirsehir och Aksaray. Den kurdiska befolkningen tvångsförflyttades eller var tvungna att flytta av olika anledningar från Kurdistan till inre Anatolien för flera sekler sedan. Dessa byar är utspridda som öar i centrala Anatolien och har sammanlagt över två miljoner invånare. Kurder från centrala Anatolien flyttade till Sverige som arbetskraftsinvandrare i mitten av 1960-talet. Kurdernas historia i centrala Anatolien och deras kulturella bakgrund är föga känd. Under de senaste åren har det dock uppmärksammats av kurderna själva från det här området. De har börjat forska och samla historiskt material om sitt dunkla förflutna och sina kulturella rötter. Tidskriften Birnebûn (oförglömlighet) som började komma ut 1997 spelar en stor roll för att väcka ett historiskt intresse och en medvetenhet bland kurder om sitt ursprung och sina byars tillkomsthistoria. Många berättelser, historier, sånger och andra muntliga material som har förts från generation till generation och bevarats i folkminne ända till våra dagar är nedskrivet i Bîrnebûn. Det tryckta ordet har fått en stor betydelse genom Bîrnebûns utgivning. Tidskriften Bîrnebûn som brukar innehålla artiklar på kurdiska och turkiska kom för första gången ut (nr 16/2002) med ett temanummer på svenska: Kurder från Anatolien i Sverige. Förutom kurder medverkade även svenskar i detta specialnummer. Kurder från Anatolien upplever en kulturell pånyttfödelse under exilen i de nordiska länderna i synnerhet i Sverige. Tidskriftens namn, Birnebûn (oförglömlighet), syftar på gruppens identitetssökande, historia och etniska rötter. Kurdiska författare utanför gruppen (som kommer från kärnlandet Kurdistan) medverkar också i tidskriften Bîrnebûn eftersom antalet kurdiska medier i Sverige har minskat kraftig de senaste åren. Bîrnebûn som kanske är den enda kurdisk tidskrift som kommer ut i Sverige kan räknas som en röst för alla kurder som talar nordkurdiska. Bîrnebûn har också medverkat i en rad andra aktiviteter till exempel Kurdiska Kulturdagar (2002) och utställningen Landet där solen skiner (2003) i samarbete med Mångkulturellt centrum i Fittja. Bîrnebûn är lika känd bland de intellektuella som lever utanför Sverige, både i centrala Anatolien och i andra länder av Europa.

Product Description

Hejmara 71an

Di vê hejmarê de jî wek hejmarên me yên din nivîsên balkêş hem ji aliyê emekdarên kovarê yên wek, Nuh Ateş, Mem Xelîkan, Muzaffer Özgür, Seyfî Dogan û hem jî ji pênûsên nu yên wek Memduh Selîm, Ecevît Yildirim, Hesen Huseyîn Denîz, Mistoyê Heco, Hizir Akbîna û Mehtab Îdelî û ji xort û keçên ciwan ve hatiye dagirkirin.
Birêza Mehtab Îdelî bi sernivîsa Rêwîtiya hêvîyê serpêhatiyeka xwe ya gera Mêrdînê nivisîye. Rêwîtiyeka bi hêvîya dîtina bajarekî dîrokî yê kevn û lêgerîneka li koka xwe gerîn e. Mehtap rêwîtiya xwe weng bi nav dike: Ew hêvî, hêviyeke wiha bû ku, ji doh re umêd, ji îro re ronahî, ji sibê re ro.
Birêz Hizir Akbîna bi sernivîsa Hosteyê hostan hosteyekî çêkirina xanîyan bi nasandina hunera xanî­çê­kirin­a wî bi me dide naskirin û bi vê ra jî rehmetîyê Qere Hecî bi bîr tîne. Jîyana Qere Hecî, ji çend alîyan ve balkêşîyeka xwe ya taybet heye. Gotineka mezinên me heye, dibê; meriv ji bavê de sêwî namîne, lê ji dê de sêwî dimîne. Ev heta cîyekî rast e, eger dayîkeka xort û piştgirên wê yên malbatê hebin zarok bê xwadî namînin. Di nav çanda civata me de xwedîlihev derketin heye. Qere Hecî hê du salî ye, bavê wî dimire, apê wî xwedî lê derdikeve û heta 11 salîyê jê ra bavlixîyê dike. Ew di zaroktiya xwe de li ba hosteyên xaniyan dest bi kar dike û zîrektîya xwe bi kar tîne û dibe hosteyekî bi navûdeng li herêma Anatoliyê.
Tiştekî din î balkêş di vê nivîsa birêz Hizir Akbîna de heye ku li navça Anatoliyê, çêkirina avahîyan heta wê demê piranîya xanîyan ji kerpîça dihatin çêkirin. Ev dema hostatîya Qere Hecî dema destpêka çêkirina xaniyan ji kevirên taybet e. Nîvîs bi çend numûneyên wêneyên avahîyên ji hunera Qere Hecî ve hatiye xemilandin.
Di destpêka bihara navîn de civîna hevkarên Bîrnebûnê li bajarê Almanyayê, li Frankfurtê çêbû. Birêz Seyfî Doğan ev civîn bi helbestkî daye nasîn.
Ecevit Yildirim kurteçîroka bi navê Reşo, balkişandîye ser mijareka ku herdem aktuel e, li ba piranîya malbatên kurd, hem li welêt û hem jî li derveyê welêt. Reşo zarokekî ji malbateka ji kurdên Anatoliyayê ye ku li Almanyayê mezin dibe, diçe dibistanê û bi kesayetiya xwe dihese, li du pirsên xwenasînê ye. Dîyalogên Reşo bi dê û bavê wî re ji gelek alîyan ve mîjarên lêkolînên sosyolojîk ên perwerdeyê ne. Birêz Ecevit Yildirim wek her car, bi zarekî xweş û dîyalogên kurt ev mijar pir vekirî nivisîye.
Henek û yaranî parçeyek ji çanda me ye. Pêkenîn an pêkenok ji bo şahî û dilovanîyê tên kirin. Lê divê ev ne li ser biçûkirina kesan an gruban bin. Birêz Hizir Akbîna di nav kurdên Anatoliyê de bi nimuneyeka pêkenokekê bi sernivîsa Pêkenok li ser vê mijarê nivisîye.
Li welatê min bihar tê, sernivîsa nivîsa birêz Hesen Huseyîn Denîz e. Xweşbûn û ciwanîya biharê li Kurdîstanê bi zimanekî şîrîn nivisîye. Bi hatina biharê re hem êş hem jî şahîyên welêt bi van gotina li ber dilê me rêz dike; … di demên pir berê de li welatê min jî zarok rû-li-ken ji dayik dibûn. Dayikan bi stranên evîniyê dergûşên pitikên xwe dihejandin. Dapîran teşî dirist, bêrîvanan şîr dikeyand, koçeran li ser kaniyên zozanan tûzika dermanê dilan berhev dikirin. Keç û xortên ciwan ji sosin û beybûnan tacên rengîn dihûnan û didan serê xwe…
Xizan Şîlan bi helbesta Neynika qederê rastîyeka civata kurdan a xerîbîyê kiriye mijara helbesta xwe.
Mistoyê Heco ji folklora me Çîroka mişkên kor nivisîye.
Memduh Selîm li ser navên taybet ên meriyan li nav kurdên Anotoliyayê bi sernivîsa Navên merivan ên taybet nivisîye û van navana bi yên kurdên Çîyayê Kurmênc nemaze yên devera Efrînê dide ber hev û nêzikbûn û wekhevbûna wan tîne ziman. Wek nimûne çend nav ji gundê Bulduq berhev kiriye. Ev nav û dengkirina kurdên Efrînê jî nîşan didin ku kurdên Anatoliyê û yên Efrîne merlixêya wan bi hev re heye.
Bi navê Sê kes û sê kilam, Muzaffer Özgür kilamên ku li ser egîta hatine gotin amade kiriye.
Birêz Nuh Ateş dîsan li ser beşeka çanda civata me ku li ber wendabûyînê ye xebateka giranbuha kiriye û bi navê Pezname, kultura pez bixwedîkirinê û berên wê li ba kurdên Anatoliyayê yên ku bi kurmancî deng dikin berfireh lêkolîye.
Birêz Xelîl Birinî li ser Cinavka pirsên kî, kê derseka kurmancî nivisîye. Mala wî ava, wexta xwe daye xebateka weng.
Lêkolîna birêz Dr. Sozdar Mîdî ya ji xeleka gotarên wî ya bi navê kurd û îslama sîyasî, bi sernivîsa Bermekîyên kurd di kûranîya dîrokê de beşa 5:an bi wergera Mustefa Reşîd berdewam e.
Bi Hecoyê Riştî ve hevpeyvîn li ser kurdên Hêlkecikê yên Aksarayê Mem Xelîkan bi çend wêneyên jinên wir bi hevpeyvînekê bi me dide nasîn.
Ji zargotina me Şîrîn Omero ji alîyê Şerwan K. ve hatiye berhevkirin.
Birêz Amed Tîgrîs di derheqê eşîra bermekîyan de lêkolînek kiriye û bi navê Eşîr, bav û kalên me, Bermekî wek kîtêb di nav weşanên Apecê de hat weşandin. Ji kitêbê beşek ji ber aktualiya nivîsê bi navê Sedema belavbûna eşîrên kurdan di vê hejmarê de hatiye belav kir.

www.birnebun.eu

Reviews

There are no reviews yet.

Be the first to review “Bîrnebûn”

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Email: info@apecpublishing.com
Mjölnarstigen 1 163 41 Spånga, Sweden