Bermekî

Berga Bermekî
Berga Bermekî

Bermekî

70.00 kr

Eşîr, bav û kalên me,

BERMEKÎ

80 rupel

ISBN:978-91-88333-25-4

”…. Dîroka eşîra Bermekiyan heta avakirina Împaratoriya Medyayê diçe. Ew kurdên herêma bajarê Urmiyê ne. Min li ser Bermekiyan gelek çavkaniyên cuda û tevlihev bi dest xistin.
Di van çend salên dawî de, di derheqê Bermekiyan de hinek çavkaniyên nû ji erebî û farisî hatine wergerandin. Min fêde û hêzeke mezin ji van çavkaniyan girt û hewl da ku ez li ser mijara Bermekiyan lêkolîneke biçûk bikim ka bi rastî Bermekî kî ne, li ku bûne, ji ku hatine û di serdema me de nevîçirkên wan li kîjan dewlet, herêm, bajar û bajarokan dijîn. …”

Category: Tags: , , , , Product ID: 3099

Product Description

Beşek ji pêşgotina niviskar;

…Ya herî balkêş û ecêb di zemanê me de, li herêma me mirov qet rastî şopên eşîran nayê. Lê kal û pîrên me behsa eşîra Zeynikî, Zirkî, Bermekiyan yd. dikirin. Dibirin koka xwe bi wan ve girê didan. Ev mesele ji me re wek xeberoşk û çîrokan dihat. Ji ber ku di nav gelên Rojhilat û bi taybetî di nav me kurdan de tradisyona nivîskî û kultura nivîsandin a dara malbatî tune. Her tiştê me bi devkî ye. Di kultura devkî de jî kêm û zêde, şaşî û çewtî gelek in. Her kes li gor xwe li têla tembûra xwe dixe. Gelek caran rastî di nav şaşiyan de wenda dibin û diçin. …

”…. Bermekî navê eşîreke kurdan a kevn û mezin e. Rayên vê eşîrê wekî eşîrên kurdan ên din di kûrahiya dîroka civata kurd de xwe berdaye jêrzemîna ax û cografya Kurdistanê. Gelek kes wek eşîrên din bi çavekî çîrokî li koka vê eşîrê jî dinêrin û çîrokên dûrî aqil dibêjin. Di vê mijarê de çend çîrokên herî bi navûdeng û balkêş hene. Yek jê ya Sêv û ya din jî ya têkiliya xuşka Harûn û wezîrê wî Caferê Bermekî ye. Hûn van herdu çîrokan di bin sernivîsa “Serdema Wezîrtî ya Caferê Bermekî” de dikarin bibînin û bixwînin. Ev herdu çîrok jî ne rast in û şapînoziya (uydurma) nivîskarên ereb ên derewgo û derewnivîs in. Min çîrok û çîvanokên nivîskî û devkî yên ku li ser Harûnê Reşîd û wezîrên wî yên Bermekî hatine gotin, yek bi yek xwend û yên devkî jî yek bi yek guhdarî kir, not girt. Ew ne agahî û berhemên zanyarî ne, çîrok û xeberoşkên ereban ên zemanê berê ne. …”

Reviews

There are no reviews yet.

Be the first to review “Bermekî”

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Email: info@apecpublishing.com
Mjölnarstigen 1 163 41 Spånga, Sweden