Ji pêşgotinê çend rêz …
Mîtolojî her çiqas ji rastîyê dûr, berhemên afirandî, fantazî û fîşalî bin jî, di mîtolojîyê de tozek rastî heye. Mîtolojî li ser bingehên bîr û bawerîyên olî yên kevnar hatine avakirin. Di mîtolojîyê de, dîrok, coğrafya, ziman, çand, tore, hest, reng û wêneyên gelêrî hene. Mirov dikare bêje mîtolojî şop û sîtava gelan a bi hezar salan e. Mîtolojîya Mala Zalê û bi taybetî ya Ristemê Zal, ji mîtolojîyên kurdan û îranîyan a herî girîng yek e.
Min ji biçûktîya xwe ve heta îro bêhejmar guhdarîya destana Ristemê Zal kirîye. Nivîsên ku li ser Ristem û malbata wî hatine nivîsandin, min bi zewq xwendine. Lêbelê di van salên dawî de ji herêmên cuda û ji devê çîrokbêjên cuda bi navê “Çîrokên Mala Zalê” û “Ristemê Zal” çend berhevok hatine çapkirin. Dîsa ji alîyê çend nivîskarên kurd ve roman û çîrokên Ristemê Zal hatine nivîsandin. Ji wan ên ku min bi dest xistin bi hurgilî xwend. Weha xuyaye ku kesî ji wan li ser Ristem û malbata wî lêkolîneke zanistî û berbiçav nekirîye. Hewl nedane ka Ristem kî ye, ji kîjan bajar û herêmê ye û kengî jîyaye? Ew lehengekî rasteqîn e an mîtotojîk e. Çîrokbêjên me destana Ristem ji devê hevdu girtine, lê kêm û zêde kirine. Jixwe piranîya çîrokbêjan ne xwenda ne. Ji ber van sedeman çîrokên ku dibêjin, ne wek hev in. Her çîrokbêj li gor xwe, zanîna xwe û herêma xwe çi bihîstîye wê vedibêje. Loma coğrafya, leheng û zimanê her çîrokbêjî cuda ye. Çîrokên Ristem û yên klasîk ên din tevlîhev kirine.
Ristem kirine misilman û li dijî kafiran dane şerkirin. Ristem anîne Amedê, birine ber Pireya Dehderî, li Mizgefta Mezina ya Amedê pê nimêja înê dane kirin. Birine Xana Hesen Paşa ya ku di navbera salên 1572 û 1575an de hatîye çêkirin çay dane wî. Ev jî têrnekirîye birine ew li gundên Licê, Hezro û Farqînê gerandine.
…………
Lämna ett svar